Kiezreporter der Schulstation von Aufwind e.V. - Foto: Stefanie Lehmann Unionhilfswerk - Kindergartengruppe - Foto: Christiane Weidner Eine Breakdanceshow - Foto: Eberhard Auriga Kletterwald - Foto: Nachbarschaftsheim Schöne

Ich will etwas Positives schaffen – Ez dixwazim tiştekî erênî biafrînim

Fevzi Aktaş, Geschäftsführer, Bildungswelt GmbH.

Fevzi Aktaş, Mudî re.

Fevzi Aktaş. Foto: privat

„Ich kann ein gutes Vorbild dafür sein, dass man als Migrant vieles erreichen kann.“

„Ich kann ein gutes Vorbild dafür sein, dass man als Migrant vieles erreichen kann.“ Als Fevzi Aktaş das sagt, sitzt er an seinem Schreibtisch in der BW Bildungswelt GmbH in Berlin-Steglitz, in der er Geschäftsführer ist. Hierher schickt meist das Jobcenter junge Erwachsene, die Deutsch lernen wollen, um in Berlin richtig anzukommen. „Inzwischen berate ich auch dazu, welche Ausbildungsmöglichkeiten es in Deutschland gibt,“ sagt der 51-Jährige. „Wer aus einem anderen Land hierherkommt, findet sich mit den unterschiedlichen Berufsausbildungen kaum zurecht.“

Fevzi Aktaş war 1991 nach Berlin gekommen, weil seine Familie in finanziellen Schwierigkeiten steckte. Der Vater war an Lungenkrebs erkrankt und konnte als Geschäftsführer einer Kohlebergbau-Firma nicht mehr arbeiten. „In der Türkei gibt es kein Sozialsystem wie in Deutschland. Die Verwandtschaft hat uns unterstützt. Aber ich stand vor der Wahl: entweder mein Studium in der Türkei abzubrechen, um die Familie zu versorgen oder das Angebot meines Onkels aus Berlin anzunehmen.“ Der Onkel ist in Kreuzberg Mathelehrer. Dessen Vater war einst über das Deutsch-türkische Anwerbeabkommen in die Bundesrepublik gekommen. „Weder mein Bruder noch ich waren scharf darauf, völlig neu anzufangen.“ Aber er tat es – und war „angenehm überrascht von dem freien Land.“

Er arbeitete und schickte regelmäßig Geld nach Hause. Gleichzeitig lernte er 12 Monate lang Deutsch an der Humboldt-Universität. „Ich war stolz, an der berühmten Uni zu sein.“  Danach studierte er Wirtschaftsingenieurwesen an der Fachhochschule für Wirtschaft und Technik.

In Berlin fand Fevzi Aktaş intensiven Kontakt zu seinen kurdisch-alevitischen Wurzeln, die er in der Türkei meist verschwiegen hatte. Er betont, dort würden alevitische Kurden und andere Minderheiten noch immer diskriminiert. Er traf Menschen mit dem gleichen kulturellen Hintergrund im Kurdistan Kultur- und Hilfsverein. Dort wurde er nach dem Studium erst Buchhalter, dann Geschäftsführer. Im Verein lehrte er auch Migranten aller Länder die deutsche Sprache. 2015 legte er die Geschäftsführertätigkeit in jüngere Hände. Er engagiert sich seitdem wieder ehrenamtlich und erhielt dafür die Silberne Ehrennadel des Paritätischen Wohlfahrtsverbands.

Fevzi Aktaş (51)
geboren in Zara/Sivas
seit 1991 in Deutschland
Geschäftsführer

Text: Heike Schüler

Die Texte sind auch in einer Broschüre veröffentlicht. Sie können die Broschüre mit dem Titel „Merhaba Berlin“ beim Paritätischen Wohlfahrtsverband Berlin über presse@paritaet-berlin.de kostenfrei bestellen.  Die Broschüre ist in Zusammenarbeit mit der Türkisch-Deutschen Unternehmervereinigung e. V. (TDU) entstanden.

Hier finden Sie die Broschüre „Merhaba Berlin“ zum Download.

 

---------------------

 

"Ez dikarim bibim mînayek baş, ku wekî koçberek, dikarin gelek tiştan bi dest bixînin."

"Ez dikarim bibim mînayek baş, ku wekî koçberek, dikarin gelek tiştan bi dest bixînin." Gava ku Fevzi Aktaş vê gotînê anî zimên, ew li Berlin-Steglitzê, li cîhê karê xwe, ku ew bi xwe wî sazîyê damezraya û rêvaberîyê jî dike, (BW- Bildungswelt GmbH) li ber masê rûniştibû. Kesên temen mezin, yên ku dixwazin zimanê Almanî fêr bibin û li Berlînê cîbicî bibin û debara xwe bikin, Sazîya Karpeydakirinê (JobCenter) wana dişîne li wir. Fevzî Aktaş ku temenê wî 50 salî ye, axaftina xwe wusa berdewam dike: “Her weha ez, şêwirmendîya wan kesan jî dikim, ka li Almanyayê çi derfetên pîşeyê-perwerdehîyê hene. Kesên ku ji welatekî din tên vê derê, bi alîkarîya qursên cuda cuda yên perwerdehîya pîşeyî, nikarin bi asanî rêya xwe hilbijêrin."

Fevzî Aktaş, di sala 1991an da hatîye Berlînê, ji ber ku malbata wî, di bin dijwariya aborî da bûye. Bavê wî, ji ber pençeşêra pişikê, nema karibûye wekî rêvabireke sazîyeke komirê kar bike. “Li Tirkiyê, wekî Almanya pergalek civakî tune. Xizmên me piştgirîya me dikirin. Lê ez bi xwe, rûbirûyê bijartinê mabûm; divîyabû biryarek bidim: An ji bo debara malbatê, dev ji xwendina xwe ya li Tirkîyê berdim û kar bikim an jî pêşnîyara xalê xwe, yê ku ji Berlînê niştecî bû, pesend bikim.“ Xalê wî, li Berlin-Kreuzbergê mamostayê matematîkê bûye û bavê wî jî, li gor peymana navbeyna Alman û Tirkîyê, ji bo karkirinê hatîye Komara Almanya Federal. "Ne birayê min û ne jî ez bi xwe, me ne dixwest, ku careka dinê ji sifirê dest pê bikin." Lê belê wî, ew cîbicî kir û “bi azadîya welat matmayî ma.“

Ew dixebite û bi awayeke rêk û pêk, ji malbata xwe ra perê dişîne. Di heman demê da jî 12 mehan li Zanîngeha Humboldtê fêrî zimanê Almanî dibe. "Ez serbilind bûm ku li zanîngeha navdar bûm." Paşê e, di Zanîngeha Aborî û Teknolojiyê da, beşa endezyarîya pîşesazîyê dixwîne.

Fevzî Aktaş li Berlînê, bi rehên xwe yên Kurdî-Elewîtîyê ra rûbirû dibe, ku ew li Tirkiyê, bi piranî ji neçarîyê bêdeng maye. Ew tekez dike ku hîn jî li wir, li dijî Kurdên Elewî û hindikahîyên din, cûdakarî heye. Ew, bi kesên xwedan heman çandî ra, di Komela Çand û Alîkarîya Kurdistanê da hevûdu dibînin. Piştî bi dawîanîna zanîngehê, li komelê dest bi kar dike; ewilîn dibe hesabdar û paşê jî dibe rêvabirê kargêriyê. Di komelê da, mamostatîya zimanê Almanî dike; da ku ji her welatan koçber jî fêrî Almanî bibin. Di sala 2015an da rêvaberîya kargerîyê radestê kesên ciwan dike. Ji hingê pê ve jî, dîsa bi awayeke dilxwazî karên xwe kirîye û nîşana rûmetê ya zîvîn ji Paritätischer Wohlfahrtsverband wergirtîye.

Fevzî Aktaş wusa dibêje, "Tirkîye welatek e, ku ji alîyê çandî û dîrokî hêjayî dîtinê ye. Lê ez naxwazim vegerim." Kurê wî yê temen 16 salî, li Berlîn-Steglitzê, xandekarê dibistana navîn e. Ew, erka xwe ya li şirketê bi cîh tîne. "Ez dixwazim tiştekî erênî biafrînim û piştre li dû xwe tiştekî bihêlim."

Fevzi Aktaş (51)
Li bajarê Zara Sivas hatiye dinyayê
Ja sala 1991 li Almanya ye
Mudî re

Datum, 11 | 10 | 2021